a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Sema

Dîlan e de were mil bi mil De bila bên, de bila bêno Ey nazdarê jêhatî sebira dil De bila bên Têr nabim ji ewê bejnê, çavên kil Esmer û naz û bedew û Nûbarî li ser bişkoja mêrga şil, bîsk bi têl Şahê xurta bûm, pîr bûm li benda te Bazê azad bûm, ketime davên te Awazim bo strana eşqa te Esmerê ma ne bes e ji derdê te ME jivane li ewê bejna bi xeml û naz Lezke were kovan bûne gelwaz Semayê û serçemkî tu yî daxwaz Li benda te ne semtor û ney û saz

Bêjebêje © 2015-2024