Hesen Şerîf
Te Nezanî
Di nav kul û kavilan da gul şîn nabin, tu dizanî
Hespê qemer bo nezana çi car bi lixav û zîn nabin, tu dizanî
Aşiq û şeydayên resen bê sûç û sebeb dîn nabin, tu dizanî
Kulêt min hemî şahî bûn, kavlên min ahvahî bûn
Ez bûm siwarê meydana, tu dizanî
Min cih nema ji ber nezana, tu dizanî
Min evîn keşkol û bare, tu dizanî
Mensorim mame bê çare, tu dizanî
Tu dizanî, çîya çîya digel te da ez pesar bûm
Tu dizanî, agir agir bo te hînkatî û hedar bûm
Tu dizanî rûbar rûbar bo te qayîk û derav bûm
Tu dizanî, welat welat bo te avahî û silav bûm
Evroke jî biyabana ez zarîme bê nizarim, tu dizanî
Evroke pêl pêl di xendiqim bê hewarim, tu dizanî
Evroke mal mal xerîbim pir bêzarim, tu dizanî
Te zanîba kulkên me yên herftî pencer têvene
Ji me sil ne dibûn roj û gul û xanedanî
Te zanîba hêj yusivên gurg nexwarî di bîra dane
Girû ne dibûn ew mizgînî û avedanî
Xewn û daxwaz bûne derew ne pê hesyayî, ne te zanî
Heta xewna dumahiyê min to viyayî, te ne zanî
Bi hemî ramanên sotinê bûme rejî, te ne zanî
Bo işqa te min xwe kire mar û mejî, te ne zanî
Ji azadiyê, ji bin destiyê, ji dunyayê
Ji yariyê, ji rastiyê û ji cefayê
Min kir û kir te nezanî û te nezanî
Gotin: Emîn Botanî