a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Tu Ne Hatî

Çend êvar û şevên tarî min bûrandin, tu ne hatî Agirê dil pêt û rimî va bû xwelî, tu ne hatî Xalê li gerdena sipî ez helandim, tu ne hatî Tu ne hatî, ta ko mirin hemû hêvî, tu ne hatî Tu ne hatî, gelek biryar min ji bîr kirin, tu ne hatî Sed birîn û kulên kevin te nû kirin, tu ne hatî Gulê baxê evîna me tevde mirin, tu ne hatî Di dil de te gelek armanc te bi nav kirin, tu ne hatî Tu ne hatî, min rengê çavê te ji bîr kirin, tu ne hatî Awirên wan herdû çavan gel xwe birim, tu ne hatî Kul bûn gelek nema karim ez hilgirim, tu ne hatî Tê kengî bê? Evîna te ez dîn kirim, tu ne hatî Kul bûn gelek nema karim ez hilgirim, tu ne hatî Tê kengî bê? Vê dûriyê ez dîn kirim, tu ne hatî Gotin û Muzîk: Evraz Qamişlokî

Bêjebêje © 2015-2024