a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Xewna Xanî

Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî Pêşmergên barzanî, bilinde ala me ruje li esmanî Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî Şevên tarî, rujên giran me çeperên xwe bernedan Vê axê em kirîne Mem, Zîna me jî her Kurdistan Me duza xwe ji dil viya, me şîn kir dara hîvya Peyama me bilind firî li hindavî deşt û çiya Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî Pêşmergên barzanî, bilinde ala me ruje li esmanî Sund bi gura tev şehîdan, te nahêlîn bu dujminan Bi ruh bi xuyn, bi dil û can dê te parêzîn kurdistan Em nakevîn, em na revîn, em dîruka pir serwerîn Em bahuza jiyanê îne, em Kaweyê Asingerîn Emîn xewna xanî, emîn nexşê manî Pêşmerge û şervanîn, bilinde ala me ruje li esmanî Gotin: Mueyed Teyb Aranje: Harun Ataman

Bêjebêje © 2015-2024