Skip to main content
a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Yasemîn

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Were ey Yasemîna sil Wêran kirin te cerg û dil Bi derdê te ez birîndarim Tevda bûme kuvan û kûl Kuvana sîngê min çerand Te kenî ji lêvên min werand Pêlên deriya dû çavên te Gemiya eşqa min wergerand Çi cih nema ez lê rwînim Ji eşqa te har û dînim Bû himbêzkirina bejna te Hemû rêka dê şeqînim

Bêjebêje © 2015-2026