a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Zemano

Te ez înam , te ez birim Van dorhêlan, bê zarkirim Rêka jînê li min wnda kir Xeman navê xwe lê kirin Wey zemano wey xirabo Carek dilê min bike buhar Gul û sosin şewtandin Li baxê dilî boye zêmar Wey zemano wey xirabo Te linav gemiya derda kirim Diljar û bendewar kirim Nêrgiza lata çiya yê me Te zîz kir û ez dîl kirm Wey zemano wey xirabo Carek dilê min bike buhar Gul û sosin şewtandin Li baxê dilî bo ye zêmar Wey zemano wey xirabo Bêje bêje can saza min Bilorîne qedera min Shadi u evîne dengê te Bike buhar li baxê min Wey zemano wey xirabo Carek dilê min bike buhar Gul û sosin şewtandin Li baxê dilî bo ye zêmar Wey zemano wey xirabo

Bêjebêje © 2015-2024