the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesen Sîpan

Gelê Kurd

Li cîhanê gel tev azan e Hêsîr û belengaz em mane Axa bav û kalê me ka ne Em be war û bê cîh mane Gelê Kurd dest bidin destê hev Qelpîtiyê ji nav xwe rakin Ji bin zilm û zorîya dijmin Welatê me azad kin Bes e birano êdî bes e Ev çend sal ji me re nebû ders e Êdî xwîn di canê me de nema Diherike wekî çema Gelê Kurd dest bidin destê hev Qelpîtiyê ji nav xwe rakin Ji bin zilm û zorîya dijmin Welatê me azad kin Ev çi zeman û ev çi qirn e Welatê me par par kirine Ked xweydana me ji xwe re birine Zilm û zorî ji me re mirin e Gelê Kurd dest bidin destê hev Qelpîtiyê ji nav xwe rakin Ji bin zilm û zorîya dijmin Welatê me azad kin Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024