the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesen Sîpan

Kurdî Xweş e

Kurdî xweş e xweş e Wek gula sor geş e Tak rihan bibîne Ew ji me re şêrîn e Dinya Kurdan nas kir Zimanê wê hez kir Zimanê dê Kurdî Dilê teva xweş kir Kurdî xweş e... (Dîsgotin) Bilbil çû ser darê Bi Kurdî go: yarê Mêrên Kurdan werin Bibin hunerkarê Kurdî xweş e... (Dîsgotin) Kurmancî sorgul e Ser darê bilbil e Ser dara şîn geş bû Vekir sor simbil e Kurdî xweş e... (Dîsgotin) Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024