a photo of Hesen Zîrek

Hesen Zîrek

Lence

Heriwek bazû bend bê bitkeme ballim êsta lêm dûrî tallan be mallim ey wey lence û xanim lenceye îştiyay le kirasî kirêşeye eger nem deyey hew maç be carê hew kostit kewê heriyek le şarê kê tefrey dawî berdî lê barê ey wey lence û tallan be mallim wek periwane min sûtaye ballim herkesê ney bê dû dost û yarê ey wey lence û xanim lenceye ser bigrê le qurr subh û êwarê ey wey lence û xanim lenceye be şil û mil hatine mîwanê giwarey zêrr dênime colanê toy barîk û neşmîlanê ey wey lence û tallan be mallim min wek periwane sûtaye ballim daykeket bimrê û babit bê îman wa bûn be ba'îs dillî herdûkman ey wey lence û tallan be mallim min wek periwane sûtaye ballim be roj qarewill agam le poste be roj heresim agam le poste çawerrêy kîjêkim dû çawî meste ey wey lence û xanim lenceye îştiyay le kirasî kirêşeye be roj heresim wam le îdare 'aşqî kîjêkim yekcar xed dare ey wey lence û xanim lenceye lencey be serî penceye be roj heresim agam le kalle 'aşqî kîjêkim çawî xezalle ey wey lence û xanim lenceye lencey be serî penceye be roj heresim memûr merkezim ey wey lencew xanim lenceye dû biznî rûtim heye be bê merezim ey wey lence û xanim lenceye îştiyay le kirasî kirêşeye royney be serî penceye

Bêjebêje © 2015-2024