a photo of Hesen Zîrek

Hesen Zîrek

Newroze Hatewe

Em rojî salî taze ye Newroze hatewe Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe Çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn Namrin ewane wa le dil milleta ejîn Helbest: Pîremêrd

Bêjebêje © 2015-2024