Hesen Zîrek
Were Qurban
Le baxan ah û nallîn dê, dellên şay nêw gullan royî
Le meyxane seday şîn dê, dellên pîrî muxan royî
Zulfî wek marî reşe, be ciwanî xot bimbexşe
Ek be barî zehmet nebê, bom were derkî hewşe
Were qurban aramî dillan (jiyan), şêtit kirdim were qurban
’eqllit birdim , hoşt birdim , sûtam , birjam were qurban
Zulfî dû mîtr û nîwe, yarim befre û barîwe
Min le dwênêwe nem dîwe, ew pêm dellê hetîwe
Awrî le dillim berdawe wek sûre gullî xemlêwe
Leber pirçemî ciwane, lêwî mîslî qeytane
Leber kezêy çend ciwane, lêwî mîslî qeytane
Nexoşî kirdûm hawar pêm billên? le kwê mîwane
Zulfî her wek xeyate, em kiçe cêgey awate
Eger maçêkim bidatê, bo min rêgey necate