Hesen Zîrek
Yarî reza şîrînim
Xemxor û xiwên şîrînim xiwênaw dê le birînim
Yarebî bexêr bêtewe yarî reza şîrînim
Hêşta leser lanik bû aşqî çawî amînim
Dewere, destim desto bike ba sarêj bê birînim
Temena dekem le xuda yarebî mergit nebînim
Be harrey dellêy hewire be girmey dellêy baye
Wey nexoşim bo lêwallê le bo lencey tubaye
Leweta amînim dîwe qed kesim we bîrnaye
Xizmîne mamken lome ew dillem şêt û şeydaye
Cûtê çawî bellek û zulfî hewida hewdaye
Xemxor û xiwên şîrînim xiwênaw dê le birînim
Yarebî bexêr bêtewe yarî reza şîrînim
Hêşta leser lanik bû aşqî çawî amînim
Dewere, destim desto bike ba sarêj bê birînim
Temena dekem le xuda yarebî mergit nebînim
Çend qeza û lîwa gerram serpakî meriwê û pişder
Bu to mirdim reş Esmer
Tîrêkit le cergim da le dillim buwe karîger
Awrit le min berdawe memkî çepet wek gewher
Hey dellêm bimdeye maçê bo to mirdim reş esmer
Xemxor û xiwên şîrînim xiwênaw dê le birînim
Yarebî bexêr bêtewe yarî reza şîrînim
Hêşta leser lanik bû aşqî çawî amînim
Dewere, destim desto bike ba sarêj bê birînim
Temena dekem le xuda yarebî mergit nebînim
Wey sehat le heşt û hewt dîm û çawim pêy kewit
Girtim be zullfîmda kird etrî hefta û hewt
Girtim dû maçim lê send daykî zanî rêm kewit
Ca xuda bewe ruhmî kird sersimêkî daw kewt
Ger behatba û nekewtiba sed darim wê dekewt