the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Epo

Em Deştî Ne

Eman eman eman eman eman eman Eman eman eman eman eman eman lawiko dîno Lawiko dîno, çavê minê çavê kewê Sozdara te me, çavê minê çavê kewê Ay de wezê bara şevê ser bavlîngê nasekinim nakim xewê De wekî bavê mi sozdarê bavê te bûya, eman Ay de minê zenda zer te ra daniya balgiyê şevê eman Minê cotê zermemika bida te yê daniya ber kelewê eman Eman lawiko dîno, wem deştî ne, sozdara te me zozan sar in çîmeran in Eman lawiko, mi çi gotiye dilê te mi maye Hêstirê çavê mi qertelê tên bîna Çemê Payê De wekî bavê mi sozdarê bavê te bûya Hay de min ê peşkeşî nefsa canê te kira sing û berê xwe çîlê, xwe qazaxê eman eman Eman lawiko dîno em deştî ne, sozdara te me, zozan sar in, were meçe Eman lawiko, wekî xezalekê Çiyayê Palo li me rabe Dewleta Osmanî siyarî bê berderê mala bavê mi peya be De wez ê rabim ser baniya, bikim gazî Wez ê bêjim wele nabe bîle nabe eman De bira mala qumandarê welatê me xira be Ay de wekî serê minê ber celatîyêda here Pêncî begê malê nezera malî mêra min herambe, Eman, eman lawiko dîno em deştîne, sozdara teme, zozan sarin çî meranin Eman lawiko, wezê qîzîniya xwe da pir delal bûm, bûkaniyê da karxezal bûm Ay de sala îsalê gelo çima destê kotî mêr da De wê çawa emrê mi qertelê xwariye, wez ê pêra pîr û kal bûm Eman eman lawiko dîno em deştî ne, sozdara te me, zozan sar in, çîmeran in Eman lawiko dîno, çavê minê çavê miyê Sozdara te me, çavê minê çavê miyê Ay de dêmê mi isan e şeş û biskê mine şê ne şekirî ne Guliyê min evdalê dirêj in bîna şirîtê dor gemiyê, eman Ax eman eman lawiko dîno em deştî ne, sozdara te me, zozan sar in, çîmeran in Eman lawiko dîno, çavê minê çavê berxê Sozdara te me, çavê minê çavê berxê A de bejna min usane mîna kulîlka şîn be, tev ormexê eman Ax eman eman lawiko dîno em deştî ne, sozdara te me, zozan sar in, werê meçe

Bêjebêje © 2015-2024