the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Epo

Yar Yar

De mi go yarîk Siba te xêr, eyda te pîroz û xweş bimbarik Minê bihîstiye te yê ser mi ra girtiye dostî yarik Herkî mi çêtir e te bive pîroz û xweş bimbarik Herkî mi ne çêtir e kula Xwedê, Şamê, Helebê, Bêrûtê têkeve mala bavê te salê carek Ax yarêêk, de yarêêk, de yar yar yar yar yarik De mi go yarîk, bira dilê min û te va hev ra dil bûya Tûrê parsê milê min bûya Tije garis û gilgil bûya Ew tûra jî heft car qul bûya Tek bira dilê min û te va bi hev ra dil bûya Yarê, ax yarê, de yarê, de yar yar yar yar yarê De mi go yarîk, kula Xwedê têkeve mala bavê te salê carik Ji dewêr bimîne tek dewarik Ji pezê bimîne berx û karik Ji malê bimîne tek tifalik Ew tifala jî teyrê bûm û mîxîne Pişta Çiyayê Mazî xîne De çawa teyrê Sîmûr pê lêde lê bistîne, ew jî qe lezetê ji canê xwe nevîne Yarêêk, ax yarêêk, de yarêêk, de yar yar yar yar yarêêk

Bêjebêje © 2015-2024