the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Gogo

Bavê Fexrîya

Eman eman Bavê Fexriya siyarê gênco heyran, çiqa tu delal î Ez ê çûme Zivingê çevê xwe digerînim tu ne li mal î Vegeriyame Holandê çûme dergê mezin Derge jî mêvanaa maye xikexalî Meyrê digo Xanimê, korê de tu rabe wem ê herine seyra wan oda Ber serê Bavê Sebrî siyarê Kenda rûnên Em ê bêjin heciyo koro, de tu rabe, serê xwe hilde tirba axexwelî Bavê Fexriya îro birîndar e, mirin ji me ra çêtire li vî halî Eman eman bavê Fexriya heyran mi go, bihar e xweş bihar e Mi dî bavê Fexriya Gêjo siyar e, şevê Qereda geriya hate xwar e Simbêla wî ne wî ne şikêwî çiqasî xwar e Erê wezê çûme pêşiya bavê Fexriya ku destê rastê birîndar e Eman bavê Fexriya siyarê Gêjo, mi go înê heya înê Lingê bavê Fexriya nagire rikêfê destê wî nagire bi dezgînê Wê bavê Fexriya birine Zireqetê mala Xemoyê hedad kirine, nav nivînê Meyrê digo xanimê, serkurê, de tu rabe wem ê herine Zireqetê Ber serê bavê Fexriya siyarê Gêjo rûnên Em ê desmala xwe ya hevrîşimî bikine bayê baweşînê Erê wem ê xwe bavêjin tor û bextê Arakinê hekîm Em ê bêjin hekîmo bextê te Xwedê da De tê memikê me jêke têke melhem, bide ser devê birînê Erê tale bextê me bavê Fexriya siyarê Gêjo bê talih bextê Stî ûPertel, Memê Alan na wele Stiya Zîn e Bavê Fexriya siyarê Gêjo, mi go heyran li Çiyayê Omeriya Fermana bavê Fexriya siyarê Gêjo, rabûye ji Anqarayê Ji hemû ciya, berf û baranê li ser me bariya Sala par vî çaxî bavê Fexriya siyarê Gêjo hînî zozana çiyayê bilind, avê kani- yan û belekiya bûbû Wê sala îsalîn ketê beriya Amûdê min rebenê bixwe avê ber kuliya Eman bavê Fexriya siyarê Gêjo, mi go heyran nebê felekê Fermana bavê Fexriya siyarê Gêjo rabûye ji Anqarayê, ji edalyetê Meyrê digo Xanimê serkurê de tu rabe wem ê herine xwe bavêjine Emîniyê Reşkotaniyê Em ê bêjine bextê we Xwedê da De hûn ê têkevine pêşiya bavê Fexriya siyarê Gêjo Her çar bira bivin herine biniya xetê Xwedê wê bike fermanek mînanî fermana hepsa serê min neqewime Heger biqewime bavê Fexriya siyarê Gêjo kêrî we tê

Bêjebêje © 2015-2024