the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Gogo

Dawidê Dawid

Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê lê dayê Şîrînê digo Mamo lawo,bejna Mamê min nayê Bira serê kewê sore sosinî jêkin bigerînin li derî de ocaxê lê Bexdayê Bira navê kuştina Mamo belav be li dinyayê Reşoyê Xulo xêrê nevîne şer jê wê nayê Hesenê Berce çûbû mezinê Çiyayê Şengalê anîne rayê Ez ê çi bikim berê xortê canan dane sefera Kerbelayê Berê Dawidê Dawid bavê Hadî kekê Eyşanê, kete sefera serhedayê de nayê, de nayê Şîrînê digo wez ê hewar dikim hewar nayê, hewar heye li hindada ji me ra nayê Ez ê çi bikim qurbet û şemalê Çiyayê Şengalê temam xayîn in Kesekê hewar hindada Dawidê Dawid bavê Hadî kekê Eyşanê li min nayê Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê lê dayê, Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera Çiyayê Şengalê Ji xema dilê mi ra kûr û bir e, mêyê qaleke giran danîbû li navsera Çiyayê Şengalê kûreber e Mi dî eskere Şêx Îsa Efendî başqumandarê dewletê Huseyin Fawiş Paşa Bi emrê Mele Qazî hatiye Kozikê Mavucê Mamo bi gotin û bi galegala sar dibarî van xebera Şîrînê sê denga dikire gazî, go Emînê Ezo, Hesenîkê Ezê, Silêmanê Memûd bavê birangê mi kiribe De hûn ê destê xwe qewsê tivinga da bişidînin, xwîna narincî bi erdê da birêjînin Çevê xwe ji bilûk û eskerê Şerîf û Meşikê bînîn, şede şûdê Silêmanê Memûd gelek in, gelek hene E wî li hicûma ewil xwedanê tematikê daye ber xencera Heyfa min lê tê ye wê yekê, çawa destê xortê canan darê kelepçê dane Ferza êzdî ne ew jî qismek ji me kurdan e Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê dayê Şîrînê digo Mamo lawo Şerekê qewimiye li dara Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera Çiyayê Şengalê Ji xema dilê min û te ra li wî banî, me yê qaleke giran danîbû navsera Çiyayê Şengalê li wî banî Mi dî eskerê Şêx Îsa Efendî başqumandarê dewletê Huseyin Fawiş Paşa Bi emrê Mele Qazî li kozik û çeperê Mamo hewa ketiye banî Dengê reşaş û bêlafira dinya tev helanî Şîrînê digo Mamo lawo, binihêr Mamê mi nayê, ez ê nizanim Mamê min kanê Mamo digo yadê, wez wa me li pêşiya bêlûk û eskerê Şerîfo rawestame Wexta minê dest avête destgîra tivingê derba ewil minê lêda û şofirê dêlazerê bi çengekî Minê nehiştiye ew pêge hebe, bi xêr û silametî hewa keve banî Lê lê dayê, lê lê dayê û lê lê daye Şîrînê digo Mamo lawo Şerekî qewimiye li dara Geliyê Bekira, li Gaza Çilmêrê, navsera Çiyayê Şengalê Xema dilê mi ra kinarê lê hewayê Meyê qaleke giran danîbû li navsera Çiyayê Şengalê kinarê lê hewayê Mi dî eskere Şêx Îsa Efendî başkumandarê dewletê, Huseyin Fawiş Paşa Bi emrêMele Qazî di kozik û Mawucê Mamo Wê çawa sêrîşa helal dayê, dengê reşiş û tamatîka agir berdane vê dinyayê Heyfa minê tê wê yekê, destê xortê canan di darê kelepçê dane Ferza êzdî ne ew jî qismek ji me kurda ne Berê wana dane ber textê Mele Qazî, de îro mehkûmê vê Bexdayê De nayê, de nayê, de nayê, de nayê Şîrînê digo wezê hewar bikim hawar nayê, hewar heye li hinda ji me ra nayê Ez ê çi bikim xurbet û şemalê çiyayê Şengalê temam xayîn in Kesekê hewar û hindada Dawidê Dawid bavê Hadî li me nayê

Bêjebêje © 2015-2024