the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Gogo

Elîyê Xwarzîya

Elî lo lawo, dilê xalê te germa vê havînê Kurmirê Feqîr Bava ketiyê ber derdê feqîriyê Xalê te dike nake nakeve berava eyneliyê Elî lo lawo, de tê bîna xwe bidê lawo, qudimê çokê xalê te da tu nîn e Tilî û pêçiyê xalê te nagrin, melhemekê çekê bide ser devê kambaxa birînê De rabe, rabe, rabe, rabe Eliyo lo lawo, xal qurban ve, êla Mîra giran e, bê te nabe Elî digo xalo îlo xalo, mêraniya te kir kesekî nekir Tê dozde topê Romê devzer ji hev bela kir De bira mala Feqîr Bava ne xana Xwedê be Wê çawa gulekî berî bedena Eliyê xwarziyê te dayê Nav namûsê xalê min nav êl eşîrê da bê qîmet kir Were xalo xalo xalo hey lo xalo xwarziya qurban be Elî lo lawo, Elî lo lawo, serê xalê te dêşe, dilê xalê te zêrezêr e Kurmirê Feqîr Bava ketiyê ber qedlê bexîriyê ye Kuçikçapa xalê te xerab e, dûrbîniya wê xayîn e Xalê te dike nake serê Feqîr ber telê bexîrê da ji hev najbêre Elî lo lawo, minê sondekê xwariye qesema bi navê Xwedê ye Seva heyfa Elî begê xwarziya, koka mala Feqîrbava biqedînim jin û mêr e De rabe, de rabe, rabe, rabe Eliyo lo lawo xal qurban be Êla Qeleniyê giran e, bê te nabe Elî digo xalo, îlo xalo, bes e bêje, bigirî, bilûrîne Birîna mine kûr e mi dêşîne, de tu zû ke sagoka lingê mi derîne Êdî xêra xwarziyê te tu wexta te ra tu nîn e Heger mêranîke te re heye De tê wisa bike bira heyfa Elî begê xwarziya rûbarê erdê nemîne Were xalo, xalo, xalo xao hey lo xalo xwarziya qurban ve Elî lo lawo, Elî lo lawo, dilê min kînekîna her sê rojê vê havînê Minê sondek xwariye qesema bi navê Xwedê Hetanî wezê koka mala Feqîr Bava neqelînim Bira mi heram be çîtê Hucê xanimê, razana şevê ê vê livînê De rabe, rabe, rabe, rabe eyal e lo lawo, xal qurban ve Êla bavê te giran e, kor bim lawo, bê te nabe

Bêjebêje © 2015-2024