the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Gogo

Evdilmecîd

De wê wê wê lo bavo, şerekê me qewimiye Seregolê wê di şor e Kulê têkeve mala bavê Nokê, Evdilmecîd ra têye norenor e Evdilmecîd bi sê denga kire gazî, go Silêman bego, tu bavê min kxerîbiyê De tê xwe bike bilezîne, Axbaranê Elî begê xalê mi ra xwe bigihîne Bê Elî bego me derketiye eskerê Roma xayîn e, derewîn e Wê berê Evdilmecîd dane Holikê Heger mêranîke te de heye, de tê hêsîrê eşîrê birevîne Bira Roma xayîn e, derewîn e nekeve nava qîz û bûkê eşîrê ser bi por e Ax nemînim, nemînim malê berba ra, nemînim xurcê zêra ra Nemînim tewlê meneka ra, nemînim xemlê nêrî û berana ra Nemînim piştekê miya ra, dilo xweyo, wez ê nemînim kihêla xalê xwe ra De wê wê wê wê îlo bavo, şerekê me qewimiye Seregolê wê bi sûs e Evdilmecîd ji hêla têye, tivinga mila da diçurise Evdilmecîd sê denga kire gazî, go Silêman bego tu bavê mi xerîbiyê De tê xwe bike bilezîne, Axbaranê Elî begê xalê mira xwe bigihîne Bê Elî bego me derketiyê eskerê Roma xayîn e, derewîn e Berê Evdilmecîd dane Holikê Heger mêranîke te de heye, de tu hêsîrê eşîrê birevîne, hin te ra nabe namûs e De wê wê wê wê îlo bavo, Silêman begê rûniştiye ser banê di koşkê ye Dîna xwe didê da hezar hefsed siyarê ketiye rênga qerex jêla têye Siyarekê derketiyê yanê bi dirbê ye, ne siyar e gurê bi Xwedê ye Melkemotê mêrê bi kulê ye, ezraîlê bi xeybê ye Ewan siyara yeqîn zanibe Evdilmecîd siyarê Axçîkê bavê di Mexsê ye Wê serê xwe kutaye nava bijê manekê ye Ecele dajo birca spî ser hezar hefsed mêrî tê hewariya li birê ye De wê wê wê wê îlo bavo, wez ê rênga qerex dinihêrim, kêrî ha bi kêrî Evdilmecîd Axçîkê siyar e ajotê birca spî, ser hezar hefsed mêrî Evdilmecîd bi sê denga kire gazî, go Mexsiko lawo, tu bavê min kiribî De tê qasekê xwe bavêje qeleça dêrê, Mexsûkî zar e, çarde salî ye Wê bavê xwe ra bûye wa piştmêrî Ax nemînim, nemînim malê ber ba ra, nemînim xurcê zêra ra Nemînim tewlê meneka ra, nemînim xemlê nêrî û berana ra Nemînim piştekê miya ra, dilo xweyo, wez ê nemînim pêla xalê xwe ra

Bêjebêje © 2015-2024