Hesenê Gogo
Pismamo Rebeno
Were lo lo lo lo lo lo lo lo
Erê paşakî daketiyê ji Erzirûmê hatiye welatê me xelata nizanim kanê
Mi dî çadir û xeybetê xwe vegirtin, li Kevanê Kêlê di deşta Mûşê li Çemê lê Zepayê
Erê xwezil fediya min ne ji bavê bira bûya
Ez ê tena kirasê melesî û xebereke şîret bimeşiyama pêşiya vî paşayî
Min ê bigota paşa wez ketime bextê te Xwedê
De tê megire Hesenê Elî Mîrze Axa pismamê mi rebenê
De tê me nebe ser seferaHumsê û Qebrayê
Erê tirsa min sêwiyê wê tirsê ye, sebra dilê min ê ji vir va here ji wê va neyê
Erê paşa, wez ê çûme Diyarbekira şewitî, çela girtiya
Min ê bala xwe didayê wî alîkî dewat û şahî bû wî alîkî sêbarî hizne li giriya
Min ê halê pismamê xwe pirsî, wez ê bi heval û hogira ra digiriyam
Erê paşa, wez ê rabim herime sara sûka û çerçiya
Wez ê pirsa pismamê xwe bikim ji çawişê, qumandar û efendiya
Wez ê bêjim paşa, wez ketime bextê te û Xwedê
Derdê megire Hesenê Elî Mîrze Axa, pismamê mi rebenê
Erê divê pismamê mi zarû ye nealimiyê ne talimiyê ser tiliya
Erê paşakî daketiye ji Erzirûmê hatiye welatê me xanima lo henga li ding e
Ez ê eslê vî paşayî bipirsim, qe nizanim Mosqof e ya Freng e
Mi dî çadir û xeybetê xwe vegirte, li Kevanê Kêrê li Deşta Mûşê, fital û sing e
Erê xwezî fediya mi ne ji bav û bira bûya
Ez ê tena kirasê melesî û xebereke şîre bimeşiyama pêşiya vî paşayî
Min ê bigota paşa, wez ketime bextê te û Xwedê
Serbra dilê mi zarûyê nealimiyê, ne talimiyê li ser ling e
Ax pismamo, nizanim çi sefer e ber bi me tê
Ew kî bû go dengê Hesenê Elî Mîrze Axa derketiye ji kunya vê dewletê
Giriyê mi sêwiyê bi ser dilê min û te tê
De bajo rêwiyo, rênga xwe ma ooo
Erê digo cawê kisikî qul e titûna te rijiya ooo
Şela Teleferî ser bejn û bala tenik e zirav û bela û
Kedera ser dilê keçik û domamê seferî ser dewletê
Rênga te dûr e tu li ku ma o