Hesenê Gogo
Şerê Girîdaxê
Wê wî lo lo ho, wî lo lo ho, wî bavo
De dayê rebenê hê ê, şerekê me qewimiye hê ê bereka Girîdaxê, qûntarî çiyê
Qalekê me qewimiyê hê ê, bereka Girîdaxê hê ê, qûntarî çiyê
Dengê topan û teyara li ser me têne, fêza vê berekê
Ax way li min wayê, way li min wayê, heyla mi kor e qe nemayê
Rûbarî hawata te dinyayê, hetanî ez ê sax bim kula eşîra giran dilê min dernayê
Way li min way hê ê, way li min way hê ê, min nemayê
Şêx Zahid Efendî bi sê denga kire gazî go we ocaxî xera be
Çawa kesekê tu nîn e cawekê bive hêla jêrîn e
De bira bêne hewarê vê komekê
De mala bavê dê û xwîşka bişewite
Bira bê neferê layê eşîretê, bêje qeydekê vê hezniyê
De bira desmalê hildin, xwîna sor temîs kin pêş aniyê
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê
Hetanî wez ê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o ,wî bavo, de dayê rebenê
Şerekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê bi hember e
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê bi hember e
Erê vê sibê du hezar hefsid eskerê vî contirkî kişiyaye li ser layê eşîretê, bi top
û qumbar e
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê
Hetanî wez ê sax bim kula eşîra giran dilê mi dernayê
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o, wî bavo
De dayê rebenê, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê derîl pirê
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê wê derîl pirê
Wez ê dinêrim destê layê bi eşîrê
Di stûya da makîne, desta da tomatîkê dorvegir e
Xwedê we em ê zane, îsal li çen salê layê eşîretê
Berî eskerê Romê dane wergerandine ser qeza vê Îdirê
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê
Heyla mi kor e qe nemayê, rûbar û hawata te dinyayê
Hetanî wez ê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê
Ax bê hî lo lo ho o, wî lo lo ho o, wî bavo
De dayê rebenê, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê vê adiresê
Qalekê me qewimiyê bereka Girîdaxê vê adiresê
Du hezar hefsid eskerê vî contirkî birîne pişta xortê eşîre lê lê asê
Şêx Zahîd Efendî bi sê denga kire gazî, go bira mala bavê dê û xwîşka bişewite
De bira bên cinyazê layê eşîretê bikişîne Patwalê vê Balîsê
Ax way li min way hê ê, way li min way hê ê
Heyla mi kor e qe nemayê
Hetanî wezê sax bim kula hêsîriya qîz û xortê eşîrê dilê mi dernayê…