the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Qaso

Dinyayê

De dinyayê berba dilê min ji Mûradê heyanê ber kelekê Keko, dilê min ji Mûradê heyanê ber kelekê Were binêre deng dîwarê Roma reş e, Lêva keko çerx e çerxaê qor felekê De bira kula Helebê li mala Hecî Hesenê topa siyarê Nenê da Neba negire sala îsal dîsa bavê Nîgarê siyarê wane baş î keko mêrkî heyf e De kê diye kê bînaye van sala van zemana Meriv du torina du maqûla, du axayê wêra bigire bavê Taşxanê Erzirûma rengîn kekê ji malekî De axayê mi girtine, begê mi girtine Bira Xwedê xira bike, girtina girtiya çêtir Taşxana Erzirûma rengîn da kekê mi birine De dinyayê, wez ê diyarê rasta, Srûça şewitî, Nebîça wêran, ketim ketim, gira li girika Ez ê dinya xwe da daketime qola Hesenqele, wiha ketime kula wa li germika De bira kula Helebê mala Hecî Hesenê topa siyarê Nenê rebayê Ne ba ne gir e, salana îsal da bavê Nîgarê siyarê wane baş î keko mêrkî heyf e De kê diye kê bînaye van sala van zemana, merivê du torina, du maqûla, du axaya wey la Axa rûde bavê Erzirûma rengîn kekê ji malekê De axayê mi girtine, begê mi girtine Bira Xwedê xira bike kê topaxa Xwedê hebe Ji girtina, girtiya Taşxana Erzirûma rengîn da keko çêtir mirine De dinyayê go heyla li mi korê, heyla li mi kotiyê, heyla li min nemayê Ez ê li diyarê deşta Sirûca şewitî Nevîca wêran ketim Li rengê girtiya dinêrim spî bûye, bû hesabê rengê vê hewayê Ez ê navî nîşanî girtiya ji te ra bêjim Mi vê ser çokê şalî wane qetiyayî ne, betanî çavê girtiya zer bûne Axayê mi ji Taşxana Erzirûma rengîn da çêtir girtina girtiya çêtir mirin e çêtir mirin e

Bêjebêje © 2015-2024