Hesenê Qaso
Heyrana Heso
Oy Heso heyrano, îşev şev e şeva wê şiliyê
Guhêra qiranê hogiçê te wê herikîye, kê pêz bîne hêşîya konê reşî erebîye
Erge qîma te be ser xa di doşekê qastûkî na wê ber serê te da cotê memikê sor û spî ye
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, Heseno de cano, de cano, de cano
Heso go Meyayê, go Meyayê nemayê, li malxirabê, îşev şev e, şev şev e me bi şilî ye
Guherê qeraniya hogiçê ne bi av e, ne bi herî ye, çirê çirdar e, birincî ye
Wez ê li serê xwe bipêçim wî pincê reş î kazaxî ye
Ez ê biskê serê xwe bipêçim wî pincê reş î kazaxî ye
Min hewcê deste orxanê doşekê te yê qastûkê, ne hewce cotê memikê sor û spî ye
Tirsa minê ji wê tirsê ye tu were satil û sûtilê mala bavê teyê min û te bihesin
Wê min bikujin û hestê bestê min bin çala, mexala bela kin, qîz û bukê êla me
giran in
Herne darê bindarûkê wê doxê têşiya cinyazê min bêjin eva cinyazê Hesenê
Silîvî ye
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran, Heseno de cano, cano
Mi Heso go Meyayê, Meyanê go Heso heyrano
Ez ê neselê te dinêrim kuro kurmalo
Tu ke heye kereşivanekî eslê te ne tiştek e, xeberê te xeberê pîsa
Hesabê lal û dur û cewahirê di barê da merivê top ke bavê binê kîsa
Na wele hesabê qeytanê Memûdî, vê sibê merivê ji xwe ra bikişîne, darê devê kîsa
Heseno heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran Heseno de cano, cano
De Meyayêgo lo Heso heyrane wez ê qiraniya hogeçê te dinêrim çi hindik e
Kuro kurmalo, wez ê qiraniya hogeçê te dinêrim çi hindik e
Topekê kelî kurî pîs qapûtîs, tu xirxalis, tu darik e, îro sisê ye cewaba ticarê
Şamê tê dilo tê dilbaşiyo
Ji mi ra xeber hatiye, divê qiranê wan hogiça di nava Şamê da biha nake
Heseno heyrano, heyrano, heyrano, heyrano, heyran Heseno de cano, cano
De tu were serê pira Batmanê wîşev êvar da destê xwe li nava gaz û gerdenê
min şe ke
Heso heyrano, heyrano, heyrano, heyrano Hesko de cano de cano, cano, cano
De Heso go Meyayê, mêlê ha ha Meyayê lê malxirabê
Wez ê qiranî wê hogiçê xwe dinêrim qe ne hindik e
Topikê kelî kurrî piştkapûtîsî darike
Îro sisê ye cewaba ticarê Şamê tê
Îro tê ji başiya ji mi ra xeber hatiye wê riya sê qonaxa pêşiya mi da tê
Cotê qiranê hogiçim heftê dudu nîva zêrê asin dudu ji min dikirine
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano cano
De Meyayê go lo Heso heyran te vê sibê xebera wan da, yekê ne çê kir
Kuro kurmalo, te vê sibê xebera wan da, yekê ne çê kir
Serê pira Batmanê kaniya Qaqilîçkê te yê çiyayê Cûdê waniya
Ser konê mala bavê mi da vê sibê çima mêl û gêr kir
Malxirabo te serê kaniyê Qaqilîçkê çima paxirê xwe vê sibê wanî beramberî zêr kir
De Heso go Meyayê, bêlê ho ho Meyayê
Malxirabê çima vê sibê xebera wan da, yek tê neçê qir
Serê pira Batmanê kaniya Qaqilîçkê serê çiyayê Cûdê
Aniye ser konê mala bavê te da wekê mêl û gêr kir malxirabê
Minê çima paxirê xwe beramberî zêr kir
De minê çima paxirê xwe beramberî zêr kir
Zêrê mala bavê te çiqa gelek be beramberî liba qiranê kavirê
Na wele dîsa heqê qusêsê min dernayê
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano
De Meyayê go hê lo Heso heyrano, tirsa mi ne ji wê tirsê ye
Tu were xêr û şayê herî nava şamiyan e hevalana hogiran e têcirê têcirbaş ê ji
te bipirsin
Wê bêjin Heso heyrano çima riya sê qonaxa şûnda ketiyî
De tu were wê derê tu piyê xwe li mi bidî
Bêjî qîza Zor Temir Paşayê Milî dergistiya Tarxanê Zîlî
Min ê sê cara serê pira Batmanê kaniya Qaqîlîçkê kilamekê mi ramûsa
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano
De Meyayê go lo Heso heyrano, Heso go Meyayê ha Meyayê malxirabê
Wekê wez ê xêr û şahî herim nava şamiyan e, hevalan hogiran e
Têcîr û têcîrbaşî erkê ji min pirsîn go Heso heyrano
Çima riya sê qonaxa şûnda ketî
Ez ê bêjim mi rê şaş kiriye
Riya sê qonaxa ber qeranê hogiçê ketiye şêrika tu nayê
Heso heyrano heyrano heyrano, Hesko de cano de cano, cano, cano