the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hesenê Qaso

Mêrdînê

Hey lê keleşê dilê min Mêrdîn e xweş Mêrdîn e Fezê da çiyangê qîzanî ûbûkan e Di biniyê da girê girhelî ne, qandar im wî lo lo, wî lo lo Wekî xerîb ketim çî minranî wî lê lê, wî lê lê Hey lê keleşê mi go vê sibê ji Mêrdînê vir da çem e Malî gundîno, ji Mêrdînê vir da çem e Kembero xelqê têlî delalî kal û kubasê rê çîplax e gunda sera çûl e, çar derem e Par vî çaxî dê û bavê xelqê têlî delalê mirine Ez ê îsal pê ra ji jinapê bixwazim, herkê daye wê daye Herkê neda wez ê bigrim birevînim bavêm welat, welatê ecem e Qandar im la wî lo lo lo, wî lo lo, wî lo lo Nezanim gede weke xerîb ketim çî minranî, wî lê lê, wî lê lê Hey lê keleşê dilê min Mêrdîn e xweş Mêrdîn e Fezê da çiyayê qîzanî bûkanê, biniyê da girê girhelî ne Sing û berê xelqê têlî delalî kawê kubarê wisan e Mîna nîzo zane zozanê Şerefdînê, payîzê koçer bira lê dagerin Steyra qurixê lê serî de, gul û sosin rihan xwe ra tê da biseridin Ketiye destê kotî heramê şûna derî dewarî mêra Gundo ji halê dilê mi ra nikare pezkûviya lê biçêrîne Qandar im lê, wî lê lê, wî lê lê, wî lê lê, wî lê lê Nezano gede wekî xerîb ketim çî minranî Wî lo lo, wî lo lo

Bêjebêje © 2015-2024