Hesenê Qaso
Mîrze Begê Xwêtî
De yo yo bego, li me derketiye stêyra şîn e, binya me da barê bê binî ne
Binya me da barê bê binî ne, kêleka me xaneman e, şaneşîn e, kafirê waxêçîne
De Emo sê denga Cezo kire gazî, go Cezo, ha Cezo, bavê mi bûyo
Alî wanê eşîretê girtine siyarê Beşo, benda welatê Rojkaniyê
Kilê çavê Têlî Mûşaniyê bihîstîne, berê wî dane Stenbolê
Stenbolê dûr e, deroz e, destê me nagîjê, yo yo yo yo yo yo
De bego xwa bavê Mîrbegê mi sond xwariye lingê xwe navêje vê faytonê
Bavê mîrbegê, mi sond xwariye lingê xwe navêjim vê faytûnê
Qebûl nake usul û qanûnê vê zagonê
De Emo sê denga Cezo kire gazî, go Cezo, ha Cezo, bavê mi bûya
Alî wanê eşîretê girtine siyarê Beşo, benda welatê Rojkaniyê, bihîstîne
Berê wî dane Stenbolê, Stenbolê dûr e, deroz e, mala me xerab kirin, destê me
nagîjê
Yo yo yo yo yo, mîre min yo yo
Yo yo yo, berbe dilê min havîn e, germe kînekîn e
Keko dilê min havîn e, germe kînekîn e
Kafira Gul xanimê Stenbolê rûniştiye
Têlê li ser têlê dozde dewêlê xaçparêz ra dikişîne
De wêê, têlê li ser têlê dozde dewêlê xaçparêz ra dikişîne
Xwedê mêrê Xwedê bi eyan be, bavê Mîrbegêm ne deyndar e, ne xwîndar e
ne qandar e
De çima vê sed û yek sal gune danê, yo yo de yo yo mîrê min yo yo
De yo yo, bego Emo sê denga li Cezo kire gazî
Go bavê min, mîr begê min sond xwariye, vê sibê lingê xwe navêje vê faytûnê
Qebûl nake isûl û qanûnê vê zagonê
Yo yo yo, de yo yo yo mîrê min yo yo yo