Hesenê Qaso
Nok Şewitî
Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema
Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê min peritî
Lê Noka şewitî wê bi pûş e
Noka wêran wê bi pûş e
Xaniyê Mihê tev da dû dikişe
Îşev tê da şewitiye heftê bûkê destdergûş e
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, lê hal tê nema
Divê Noka şewitî li devê çayê
Noka wêran devê çayê
Mîrza begê Xwêtî kela Mûşê biriye naçe nayê
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, lê hal tê nema
Divê Noka şewitî wê bi pûş e
Noka wêran wê bi pûş e
Xaniyê Mihê tev da dû dikişe
Îşev tê da şewitiye heftê bûkê destdergûş e
Divê Nok şewitî, hal tê nema, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema
Ax Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê mi lê peritî
Nok şewitî, lê hal tê nema
Divê Noka şewitî li devê çayê
Noka wêran devê çayê
Êvar da Mîrza begê Xwetî têla Mûşê biriye naçe nayê
Nok şewitî, Nok şewitî, Nok şewitî, hal tê nema
Divê Noka şewitî wê lê bi titûn e
Noka wêran bi titûn e
Çewkenê Mîrza begê Xweytîçuxule lo gula wa bi don e
Nok şewitî, Nok şewitî, navê dilê min lê peritî