a photo of Heval Ibrahîm

Heval Ibrahîm

Tu Ya Can î

Min soz daye ez hej te bikim Ruha şirîn gorî te bikim Tu ji evînê şermê neke Tu çi bixwazî dê bo te kim Tu li def min çenda şirîn î Milhama derê birîn î Ruhê di gel te ez bûme qerdar Tu bi tenê çi ji min bistînî Tu ya can î tu ya can î Tu ne wekî çi kiçkanî Kê di gel te bît tu ya can î Tu di gel kê bî bes tu can î Kes wek te min nakenînît Kes wek te min nagirînît Tu parçekê ji ruh û can î Tu cantirîn ji hemî kiçkan î Ez û tu wek kewa cot in Tenê bo êk û du sot in Peyv û sitranêt evînê Ser xatira te min gotî Ji min bo te yar dil û ceger Te ji bo min sozek her û ve Ka ew maç û xweşî û evîn Ji dêmê spî eniya kever Dê were were dêmê girnijî Dê were la tu gel min bijî Kes wekî te li min nagehît Ev dil bo te ji evînê tijî Ger ji eşqa te ez dîn bim Ger perîşan û xemgîn bim Hemî caniya te sebeb e Ez têk da kul û birîn bim Tu ya can î tu ya can î Tu ne wekî çi kiçkanî Kê di gel te bît tu ya can î Tu di gel kê bî bes tu can î Tu ya can î tu ya can î Tu ne wekî çi kiçkanî Kê di gel te bît tu ya can î Tu di gel kê bî bes tu can î Kes wek te min nakenînît Kes wek te min nagirînît Tu parçekê ji ruh û can î Tu cantirîn ji hemî kiçkan î

Bêjebêje © 2015-2024