the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Çi Çem e Çem e

Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Cizîrê Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Cizîrê Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser bîrê Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser bîrê Kî wez helandim narînê zîv û zincîrê Kî wez helandim torînê zîv û zincîrê Çi çeme çeme Ehmed Beg çemê Zilrat’ê Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Zilratê Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser latê Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser latê Kî wez helandim narînê awir şewatê Kî wez helandim torînê awir şewatê Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Bişêrîyê Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Bişêrîyê Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin bêrîyê Keçkê gundême Têlî Beg hatin bêrîyê Kî wez helandim narînê gerden sipehiyê Kî wez helandim torînê gerden sipehiyê Çi çem e çem e Ehmed Beg çemê Zaxoyê Çi çem e çem e Têlî Beg çemê Zaxoyê Keçkê gundê me Ehmed Beg hatin ser cûyê Keçkê gundê me Têlî Beg hatin ser cûyê Kî wez helandim narînê gerden morîyê Kî wez helandim torînê gerden morîyê

Bêjebêje © 2015-2024