the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Hay Şeng e

Hay şenge şenge Şekir axa şenge Hay şenge şenge şêrê sor şenge Şekir axa kuştin Ertûşiyan bi denge Kuştina şêrê sor Ertûşiyan bi denge Geliyê şaxê geliyekî sare Hun baver nekin dijmin neyar e Dîtina şêrê sor ji bo me ew car e Şekir axa kuştin Ertûşiyan hewar e Hay şeng e şeng e şekir axa şeng e Hay şeng e şeng e şêrê sor şeng e Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi denge Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi denge Geliyê şaxê Geliyekî bi kure Bejna şekir axa rihana sore Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi zor e Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi zor e Hay şeng e şeng e şekir axa şeng e Hay şeng e şeng e şêrê sor şeng e Şekir axa kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi deng e Şêrê sor kuştin kuro dîno Ertûşiyan bi deng e

Bêjebêje © 2015-2024