Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Kelha Bazîdê

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Tu gulek rabû li Hîzanê Barkir barek li cebilxanê Çadir vegirtin li dora Wanê Leşker çêkir ji Kurdistanê De tu rabe roniya çavê min Te agirek berdaye dilê min Şewitandiye dil kezebê min Mîr Celaledînê mîrê min Kelha Bazîdê bi hedîse Tev digeriya moskov îngîlîz e Curê mîrê min dazdeh kîs e Dor Bazîdê girtin namûs e Elî paşa xêrê nebîne Rum bêbext e tim derewîn e Fîncana jehrê ji jêr tîne Ber çûkê mîrê min datîne

Bêjebêje © 2015-2026