the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Talan Hîvo & Hey Cer

(Talan Hîvo) Çi dar e nav an talan hîvo hîvayê Tewşî destê necaran talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa yaran talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa yaran tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê Çi dar e nav alukan talan hîvo hîvayê Tewşî destê malîkan talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa bûkan talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa bûkan tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê Çi gul e nav wan nêrgize talan hîvo hîvayê Tewşî destê hêrise talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa qîzê talan hîvo hîvayê Çêdike dergûşa qîzê tavê bi lêda, şewqê bi reşan de dunyayê (Hey Cer) Hey cer hey cer hey cer e kanê cer, hey cer hey cer hey cer e bişkê cer Me îro xêr û şer e kanê cer me îro xêr û şer e bişkê cer Cer ji axa bêderê kanê cer heram ji axa bêderê bişkê cer Wê li ser milê esmerê kanê cer wê li ser milê esmerê bişkê cer Cer ji axa zeviyê kanê cer heram ji axa zeviyê bişkê cer Wê li ser milê zeriyê kanê cer wê li ser milê zeriyê bişkê cer Cer ji axa Westanê kanê cer heram ji axa Westanê bişkê cer Av kêşa ji Gola Wanê kanê cer,Av kêşa ji Gola Wanê bişkê cer Mesînê gote cerê kanê cer heramê gote cerê bişkê cer Ava sar li ku heye kanê cer Ava sar li ku heye bişkê cer Kanîsipiya Şaxê heye cer Kanîsipiya Şaxê bişkê cer Hey cer hey cer hey cer e kanê cer hey cer hey cer hey cer e bişkê cer Me îro xêr û şer e kanê cer me îro xêr û şer e bişkê cer

Bêjebêje © 2015-2024