the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Wêlî Ha Wêlî

Wêlî ha wêlî lo Heseno wêlî Wêlî ha wêlî lo kurmalo wêlî Dagire şeşxanê lo dakeve gelî Dagire şeşxanê lo dakeve gelî Hesik zava ye lo xudê bi hêlî Kurmal zava ye lo Eyşik berdêlî Wêlî ha wêli lo Heseno wêli Wêlî ha wêli lo kurmalo wêli Min Hesik dîtiba lo birca belek e Min kurmal dîtiba lo birca belek e Stêrkê li esmana lo bûne heleqe Hûri li esmana lo bûne geleke Serê min di êşî lo kêyfa min veke Wêlî ha wêlî lo Heseno wêlî Wêlî ha wêlî lo kurmalo wêlî Hesen Hesen e lo lawo welleh hesen e way Hesen Hesen e lo lawo billeh hesen e way Were malame lo lawo rûne nekene way Were mala me kuro lawo rûne nekene way Cilkê hesenî lo lawo qirêja par e way Cİlkê delalî lo lawo qirêja par e way Heger ez bişom lo lawo dê bêjin yar e Heger ez neşom lo lawo dilê min sar e Hesen Hesen e lo lawo welleh hesen e way Hesen Hesen e lo lawo billeh hesen e way

Bêjebêje © 2015-2024