the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Xalido

Xalido ez Xalid im, şêrê sor ez Xalid im Birîndar im na tebitim birîndar im na tebitim Çar çekên xwe dixebitim çar çekên xwe dixebitim Du kurê Xalid hene du şêrê Xalid hene Kur nînin beyzade ne kur nînin beyzade ne Pişte mêrê babê xwe ne pişte mêrê babê xwe ne Şer hate pişta loyê êl hate pişta loyê Bû tiqriqa birnoyê bû tiqriqa birnoyê Xalid Beg jorda çûyê şêrê sor jorda çûyê Şer hate pişta kaçê êl hate pişta kaçê Bû tiqriqa demaçê bû tiqriqa demaçê Xalid Beg ma temaşê şêrê sor ma temaşê Xudêyo baran bêyo rebiyo baran bêyo Avê da li ser tevnêyo avê da li ser tevnêyo Xalid Beg xweşî bêyo şêrê sor xweşî bêyo

Bêjebêje © 2015-2024