the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hevdeng

Xwezila Biskek Bama

Xwezila biskek bama lêlê lê lê lolo lo lo Bisk biskê beranan dotmamê xulamê Hûr hûr bi çeriyama lêlê lê lê lolo lo lo Dorkê van xoydanan dotmamê xulamê Çavkê li xewka şêrîn lêlê lê lê lolo lo lo Dest li ser mircanan dotmamê xulamê Xwezila biskek bama lêlê lê lê lolo lo lo Bisk biskê karikan dotmamê xulamê Hûr hûr biçeriyama lêlê lê lê lolo lo lo Dorkê van darikan dotmamê xulamê Çavkê li xewka şêrîn lêlê lê lê lolo lo lo Dest li ser çiçikan dotmamê xulamê Xwezila biskik ba ma lêlê lê lê lolo lo lo Bisk biskê bizinan dotmamê xulamê Hûr hûr biçeriyama lêlê lê lê lolo lo lo Dorkê van zinaran dotmamê xulamê Çavkê li xewka şêrîn lêlê lê lê lolo lo lo Dest li ser zenda ban dotmamê xulamê

Bêjebêje © 2015-2024