the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hizreta Heso

Gede Lawiko

Domamê, gundê me gundê malmîreka Keçikê, gundê me gundê malmîreka De rabe çirê vêxe dayne ser teneka Me yarê teze girtine û yarê kevn hatine Ber derê lava van dîleka Lê lê dînê, mala me cînarê mala şêx e Domamê, mala me cînarê mala şêx e De tu rabe kaxiz defterê dayne morê lêxe Domamê, de tu rabe defterê dayne morê lêxe Kavilê gunda da mi birevîne Paşê nav dengê mi dinê xe Yeman, lê yeman domamê Me çûne sal û zeman Kalê me çûn pîrê me man Heft sal domam na wele Dîsa li hêviya te mam Lê domamê, wezê navê te nizanim Kavilê gunda da ji te ra bêjim serê hanê pere Keçikê, devê mi defter e, zarê mi qelem e De bira devê minê xalxetî biri lêva domama mi keta De bira devê minê berî lêva domamê keta Heft sal gune bidana min, bira berê min bidana Taşkenta Wuskelana Liqerê De bira berê min bidana Taşkenda Wuskelana Liqêrê Minê bigota ya rebî şikur Gunê min zaf e, ne hindik e mal Eman eman eman heft sal temam lawiko eyle temam

Bêjebêje © 2015-2024