a photo of Homer Dizeyî

Homer Dizeyî

Qij Kalî Lêw Alî

Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal Ey kiçe cwanekey, sergona nextêk al Ey kiçe mangekey, bedengî çipe dû Gendemûy demû çaw meçek helnegirtû Ey endam wirdîley nermoley êsik sûk Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk Raste min rêbwarim ser pêyî erwanim Belam wa ciwanî to karî kird le giyanim Elêy nek her êsta 'ûmrêkî dirêje Bew dest û pencane birînim sarêje Kaniyekî rûnî ber trîfey mangeşew Le binyîa bilerzê mirwarî zîx û çew Ciwantire lelay min, le deriyay bê sinûr Şepolî bate ber tîşkî roj, şilp û hûr Qij kalî pêst alî, pirşingî nîga kal Ey kiçe cwanekey, sergona nextêk al

Bêjebêje © 2015-2024