a photo of Homer Dizeyî

Homer Dizeyî

Taqane Xunçakey Baxî Jiyanim

Taqane xunçakey baxî jiyanim Zîndû kerewey awatî bê ciyanim Roşinkerî rêgey jîn û manim Ba ledestî jînî pestî şar û dê, şar û dê Rakeyn û rû bikeyne çol û werdê, naw werdê Tenya wek askoley kosar Le qed palî şaxî hezar be hezar Le sey sêberî dirextî naw gulzar Kuncê bikeyn be hêlane û hawar Dest le gerdin ta ku mirdin şox û şad, şox û şad Xemî dunya be maç bideyn be ba, her be ba Gonat helmijim pir ba dim Sûr helgerêy hênde maçit kem Taqane xunçakey baxî jiyanim

Bêjebêje © 2015-2024