a photo of Homer Dizeyî

Homer Dizeyî

Xewn Le Xewda

Dwênê şew bînîm le xewê Le ser cêy ber mangeşewê Xom xizande ser cêy fênik Nemhêşt ber henasem kewê Qijî xawî Ba lêdawî, alozawî Car car daydepoşit le çawî Xwaye giyan çendim xoş dewê Zor be espayî û be nermî Demim bird bo lêwî germî Çawî hellhêna û pêy gûtim Xewnim edî to hewsermî Neyhêşt hestim Girtî destim lêwî gestim Mûçurkêkî xoşî daygirt Sertapay henaw û hestim Pêkra ta mela bangdanê Têk allan û dest le milanê Le nakaw dengî melay hat Daybirrîm le bejnî ciwanê Be sersemî Be nakamî bê aramî Be cêm hêşt beheştî xewnim Çawim pir bû le giryanê

Bêjebêje © 2015-2024