the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hovhannes Gapo

Lê Baranê

Hawer lê, hawer lê lê, hawer lê lê baranê Baran barî bi ni’met e, hawer lê lê baranê Xunav barî bi ni’met e, ka xweya kesrewanê Rûkê erdê kir xet e, hawer lê lê baranê Rûkê erdê kir xet e, ka xweya kesrewanê Ramûsanê keçkoka, hawer lê lê baranê Mala bavê edet e, ka xweya kesrewanê Baran barî li mesîla, hawer lê lê baranê Xunav barî li mesîla, ka xweya kesrewanê Ramûsanê keçkoka, hawer lê lê baranê Mala bavê esîla, ka xweya kesrewanê

Bêjebêje © 2015-2024