the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hovhannes Gapo

Narê

Dimya wil wil ya narê lê narê Çavê reşbelek xwarê lê, narê Nîvro pêştir evarê lê, narê Bizinê tevlî karê lê, narê Avêt çerçî bazarê lê, narê Bazar kir şimika yarê lê, narê Şimika yarê ne li çepê lê, narê Dor li dor qedîfe kir narê Bîst û pêncê gulanê lê, narê Nara min di piyê xwe kir lê, narê

Bêjebêje © 2015-2024