Hovhannes Gapo
Xiftanê
Gul xiftanê xiftanê, gul xiftanê rimdanê
Gul xiftanê xiftanê, Dawid bavê Eyşanê
Dawid bavê Eyşanê, hespê kê û kê li meydanê
Hespê kê û kê li meydanê, meydanek dudo danê
Meydanek dudo danê, qember bûye ji xwêydanê
Gul xivdan çima çima, bav delal çima çima
Bav delal çima çima, kulîlka li nav genima
Kulîlka li nav genima, fincanê dest hakima
Gul xivdana Hekarî, bav delala Hekarî
Bav delala Hekarî, te li serî li zêrê tarî
Tu li serî zêrê tarî, we li bextê bavê te me
Wê li bextê bavê te me, bav nade bi heft hezarî