the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hovhannes Gapo

Ziravê

Zirav zirav ziravê, Leylo Leylo ziravê Zirav zirav ziravê, mi te divê te mi navê Ziravê weke derzî, Leylo Leylo ziravê Delalê weke derzî, mi te divê te mi navê Ber derkê me re dibezî, Leylo Leylo ziravê Ber derkê me re dibezî, mi te divê te mi navê Li hev ketin şar û kezî, Leylo Leylo ziravê Li hev ketin şar û kezî, mi te divê te mi navê Leylo çûye qirşika, Leylo Leylo ziravê Tolê çûye qirşika, mi te divê te mi navê Bû req reqê şimika, Leylo Leylo ziravê Bû req reqê şimika, mi te divê te mi navê Radimîsim zermemika, Leylo Leylo ziravê Radimîsim zermemika, mi te divê te mi navê

Bêjebêje © 2015-2024