Hovsepyan Hohannes
Bêmalê
Ay bêmalê, lê lê bêmalê dînê
Teyê çewa bêmal kirim, tu karekî ji xwe ra nakim lê
Ez ê rabim vê sibekê ji kerb û kulê derdî herim welatê bavê te yê kûçik
Terkeserî dinyayê bim bo malê dinê lê lê
Ez ê xwe berdime qoce Rihayê, darekî tembûrê ji xwer peyda kim
Em ê Şama şerîf cotek şalûr û bilbilê malxirab xwe ra kar kin
Wez ê xwe berdime binî berîka jêrîn, baqê simbêla badim
Çefî egalê nava milî xwe de xwar kim
Bi dengê teyrî bilog re, wîqînî şivanî di çolê re
Bi dengê dewkulê qîz û bûkê di xelqê re û têlê tembûra xwe saz kim
Wezê li halê xwe û bêmala xwe bivêjim belkî Xwedê bêmala xwe di xewka
şîrîn rakim, bêmalê
De rabe qadî belayê, lê bêmala min tu yî li dinyayê, bêmal wez û tu ne lê
Ay bêmalê, lê lê bêmalê dînê, Qenter e xweş Qenter e lê
Gidî Qentera ereba wa ye li hember e lê
Tehtê qîza kura çargoşeyî kevirê mermer wa ye li ser e lê êê
Gidî ava bêlan û Bêlecûka şedîl meşe wa ye li ber e lê êê
Ema mi ne bask e mi ne per e
Ez ê bêmala xwe xelas bikim herime êsere lê êê
De rabe qadî belayê lê êê, bêmala min tu yî li dinyayê, bêmal ez û tu ne lê