the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hovsepyan Hohannes

Bişêrîyo

Lawikê şîrîn radibe malê xwe bi karwanî li dinyayê digerîne Ji bajarê Diyarbekir ketiye Tepa Barava li bêdera mala bavê Seyrê ku datîne Seyrê dibê lê lê qewraşê, tu wê rabe em ê herin benderê karwanê hanê ji kurê kî û kî ne Nê la Seyrê qewraşê şim û masa li piyê xwe dixin berê xwe didin bênderê dibên karwanîno, em ê nizanin, hûnê ji kurê, kî û kî ne Biro dibê lê lê, Baraviyê dînê, ez Biro me lawikê Bişêrî me Edetê xortê me Bişêriya ew e misêwa malê xwe bi karwanî li dinyayê digerînin Ji bajarê Diyarbekir ketime Tepa Barava hatime dipirsim Ka ca qîzê we Baraviya çercî qîz in, çercî zewicî ne Eman eman eman eman eman eman wa Baraviyê Baraviyê dibê, Bişêriyo heyra ew qîzê me Baraviya nîvê wanê qîz in, nîvê hêja zewicî ne Seyrê me herin, nefsa wan qîza mîrêm ne xwestî me ne zewicî me Ez ê bîna kevokeke nûferxî me û sibê heya nava êvarê qesr û qonaxê bavê xwe li pencera rûniştî me Gidî bejna mi zirav e bîna tayê rihanê yekşaxî ne û hinarê ruyê min sor dikin bîna sêvê Meletî ne Gidî taximê sing û berê min spî ne mînanê belek berfa li Serhedê ne Lê lê qewraşê tu wê rabe berê xwe bide malê bilezîne û şeva îşev birincekî qerecdaxî bikelîne Ez ê Biro lawikê Bişêrî bînim malê bihewînim, heya sibê ez û Biro em ê ji hev re bêjin bibêlînin Ez ê bikim serê sibê bavê min keçikê rabe mara min û Biro lawikê Bişêrî bi helalî ku bivîne Eman, eman, eman, eman, eman way Bişêriyo Lema Biro divê Baraviyê dînê ez Biro me, lawikê Bişêrî me Ejî bi karwanî li dinyayê geriyame, Tepa ketime Tepa Barava li bêndera, mala bavê te danîme Ez aşiqê bejn û bala te, çavê di reşê, şêbiskê te bi gulî ne Eman, eman, eman, eman, eman way Baraviyê Keçika Baraviyê dibê Biro lo, malxirabo, ez xeyîdîme tu car te ra xeber nadim Gidî malxirabo, mi digo hatî ji bajarê Diyarbekir, şarekî bîne ez ê gulika badim Wele xortê ez Baraviya ez ê bi temamê xortê wê Bişêriya ca ku nadim Eman, eman, eman, eman, eman lo Bişêriyo Xayîno gidî bi şevê hat û bi ro çû Wele min rebena Xwedê têr nediyo Biro dibê Seyrê malxirabê, wele ez ne li vir im, ne li wir im Lê lê gidiyê, ez ê ta rihana li ber kevir im Ez ê hewqa bi karwanî, li nava Tepa Barava temam geriyame, minê bala xwe dayê, Xwedê zane, pîsê xortê Bişêriya ez im Temamê giregirê we Tepa Barava ku çêtir im Eman, eman, eman, eman, eman lê Baraviyê Mi bi xulama bejn û bala bilind, çava di reşê, şêbiskê wê tev guliyê

Bêjebêje © 2015-2024