Hovsepyan Hohannes
Çavê Reş Bela Ne
Lê lê bêmalê, çavê reş bela ne
Gidî hewara Xwedê, çavê di reşê kilmor e
Ez ê digerim welat û şaristana, nizanim kilê sibhanî bo çavê di reş pir buha ne
Lê lê ya wele wez ê çi bikim, sedemî çavê di reş xulqê te şîrîn, bejna te bilind
Gelo gelek kurê bavê helalê xwe berdane
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar
Eman bêmalê li rabe gela, tu delal î, gidî tu kilê sibhanî, çavê xwe di reş neke xalî
Ez ê çûme Nisêbîna şewitî, minê baxçê gulan û sêvan û çîçeka tê de danî
Êra ketime ayata rengî nava canê zerî esmera
Minê kir û nekiriye kewaka xwe esmara xwe jê hilnanî
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê lê lêy lêy lêy lêy
Ay wele min te kiriye, tu zanî, te xebera xwe bi sozê xwe pêk nanî
Te konê heftstûnî li ser danî, ay maka min î, çima ser berxa xelqê dibanî, lê
êêê a wela mi lêye
Lê lê bêmalê Diyarbekir ne tu war e
Gelo bi ro jî germ e bi şevê çiqa sar e
Gidî evd û însanê navê keleş gewra mi seh kiribe
Êra li dinyayê navê zewac û kabilê dilê heram e
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê
Ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar
Lo lo bêmalo, çiya ban dikirin li çiya ye
Gelo çiya hema hemû dibên em çiya ne
Êla golikê nav garanê rabûne dibên em jî ga ne
Îro serê sê roja çavê xwe digerînim, delalê mala nava keflê heval û hogira ne
xuyan e
Êra wez ê çi bikim şindokî merdalê mêrê heram hatiye dibê e jî nefsa delalê malê
Lê lê bêmalê, ji xweyla lo dayê, ez ê naçim di zozana, gelo li min nayê
Sedemî çavên teye tirî, xulqê te şîrîn, bejna te bilind
Ez ê digerim welat û şaristana heya bajarê Rihayê
Êra dageriyama xêvê beriya serê sê roja çevê xwe digerînim
Gelo hisa kewa mine gozel nayê
Lê lê ya welê, de rabe ez ê çepilka hilgira xwe bigrim
Bavêjime zozanê jorîn, welatê Rusiyayê
Lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lêy lê
Ay bêmal im li min, sewdalî me yar yar