
Hovsepyan Hohannes
Eyşanê
Eyşan Eyşan kubarê sibe ye, lê lê bi rabe ser xwe
Tu wê eynê deyne biska şe ke, qutiya gul û gulyaxê misk û mawerê lê berde
ser xwe
Gidî yeke weke Eyşana Ahmed axa dosta canê meriv be
Meriv qatilê deh mêra be, zarûkê sed û yek salî be
Dinyayê navê zewacîka bê dil, lê nayne ser xwe
Eman were were lê were Eyşanê, qîza Ahmed axa bûka mala ca giranê
Eyşan Eyşan kubarê, Xinûs xweş e, lê lê êêêê Bîngol ber de
Gidî wetanê şîrîn Hayastan e
Alîyek deşt e gul û çîçek lê, yê din zozan
Lê lê Eyşan kubarê jina heram ne tê kuştin lê lê lê, ne tê berdan
Eman were were lê wer Eyşanê, qîza Ahmed axa bûka mala ca giranê
Eyşan Eyşan kubarê, te çavreşê, bejin ziravê lê lê êêêê lê darê rimê
Gidî taximê sing û berê Eyşanam gî ne xalê sor û êêêê lê zer ketinê
Lê lê Eyşan kubarê, bi awirê çava e têr nabim ji dîndarê hê êêêê lê ji kêrsimê
Êra rabe ez ê çembilê Eyşana mi da xwe bigrim bavêm bajarê Yerewanê
Bes e ji xem û xeyalê dinyayê ji galegalê, lê lê êêêê lê ji gotinê
Eman were were lê wer Eyşanê, qîza Ahmed axa bûka mala ca giranê