Hovsepyan Hohannes
Lê Lê Îsraîlê
Lê lê Îsraîlê, li me daye bayê zelal û zer e
Xizêmeke li pozê Îsraîla Axê bi şirik e, gelo çil û çarde rimayê
Êra lêdixe wa bayê samiyê êêêê, şirikê xizêmê nazivirin
Gidî yeke weke Îsraîla Axê dosta canê meriv be, nava qewmê heval û hogira
meriv çiqasî bê gur e
Gava vefasla dost û yara dîwarê mîr û hakima
Ecêba mezin wê ecêb e lê çawa baskê meriv çênabe ji xwe ra pê nafire
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê
Lê lê Îsraîlê bêbavê, awirê te xedar in, milan neke bi daran û bera
Gidî guharekî guhê Îsraîla Axê bi şirik e xaja li vî kevirî aqût û mermer e
Herê rabe ez ê çepilê Îsraîla Axê bigirim bavême xêmê meriyê nava Enzanun-
gê, zavayo mala şêxê Şêbira
Heke li wirê nebû em ê çembilê hev û din bigrin bavêne zozanê jorîn
Bajarê Erîwanê, qe nas nakî Araratê bilind e, li hember e
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê
Lê lê Îsraîlê, ji înê heya înê, eman ramûsanê te zor in, awirê te xedar in
Mila nekevin daran û bera kevirê çiya dihelîne
Gidî taximê sing û berê Îsraîla Axê, bînane sêvê Meletî, porteqalê Bêrûdê
hêjîrê Çiyayê Şengalê
Hinarê Zivzikê, bîna peleberfa li zozanê jorîn, zîpika welatê Serhedê, tasek ji
ava cemidî
Wavî zelal çawa dimeşe ji qûna çiya, ji Geliyê Mêrdînê
Êra meheke weka Temûz û Tebaxê, yekî tî be, dev û lêvê wîna tîna çîçikî be
Gava devê xwe bavêje orta sing û berê Îsraîla Axê ay, wê gavê tîna meriv dişikîne
Lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê Îsraîlê lê lê