Hovsepyan Hohannes
Lê Lê Sêvê
Lê lê Sêvê kubarê, zîra bihata lê devê wê çem e
Gidî şirikê xizêma li pozê Sêva wî çil û çarde rim e
Rabe ez ê çembilê Sêvê bigrim bavêjime zozanê jorîn
Bajarê Yerewanê, Araratê bilind e lê li herem e
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê bi gulî, şirika xizêmê lê dev û lêvê
Lê lê Sêvê kubarê, hîva me xeyîdiye lê nare ava
Eman bisk û mezînê me sekinîne li ezmanê hefta lê li wayê way nava
Gidî tu wê rabe tîmarekê bide bejn û bala bilind dêmiê gulî
Êra kilê sibhanî bide lê bedewê çava
Ez ê çi bikim qirarê min û Sêva mi rabû ji malî bava
Were Sêvê, were Sêvê lê melûlê wê Sêvê
Lê lê Sêvê kubarê
Başbazirganê bavê Sêva min rabû ji Mûsilê çû Helebê, lê tev hêstir e
Gidî serbarê wanê xurme ye, binbarê wan lê tev şekir e
Êra kesek xwedanî xêra tune cewabekê bişîne welatê xerîb, ji lawikê mala mi ra
Eman bêje kuro dîno Hecî Elî kalekî extiyar bû, a Sêvê xwesto lo ji xwe ra bire
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê gulî, şirika xizêmê lê dev û lêvê
Lê lê Sêvê kubarê, wez ê herime mala bavê Sêva wê lê xwe bi xulamî
Mal be ez ê nanê bavê Sêva xwe naşkînim lê bi heramî
Eger bavê Sêvê, Sêvê bide min ez ê heft sala ji bavê Sêva xwe ra bikim lê nû xulamî
Eger bavê Sêvê, Sêvê neda min bira heft sala nava min û bavê Sêva mi da bive
lê agirbarî
Were Sêvê, were Sêvê lê kubarê wê Sêvê
Ez ê bi xulama bejna bilind, dêmê gulî, şirika xizêmê û lê dev û lêvê