the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Axîn

Lê Lê

Çavê min li rê ma tu nehat Şev reş bû dîsa ez tenê mam Hestê min bûye tarûmar Kulîlka biharê tu nehat Lê lê tû bûyî stranek lê lê Lê lê tû bûyî helbestek lê lê Lê lê digerî ser zimanê min lê lê Şev nîvê şevê bû bi ronahîya heyvê da Meh meha gulanê ye dîsa ket bîra min Welat ax malbat evîn û azadî Ez fikirîm û raman bûm Min stranek çêkir avêt ser evîna xwe û min got Wek xewnê nav şeva yî Ez radibim tû winda yî Hiş û aqil li min nema ye Bang dikim awaz derna yê Lê lê tû bûyî stranek lê lê Lê lê tû bûyî helbestek lê lê Lê lê digerî ser zimanê min lê lê

Bêjebêje © 2015-2024