the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Axîn

Şev

Şevê min te ditî di nav xewna xwe Ez şiyar bûm ketim nav xeyalên xwe Min stranek çekiriye bi dengê te Min pêşkeş kir bi saz û avaza xwe Çi derew e hezkirina te canê Te hêstirê çavê’m kir wek baranê Tu evîna vî dilê nizanî Ma qey nema tu vedigerî lê canê Bihar hatî ka kulîlka baxçê min Êvar borî ka ronîya stêrka min Sibe hatî ka tîreja hestê min Bibîhîze qêrîn û awaza min

Bêjebêje © 2015-2024