the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Bira Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya

Bira... Bira li dunyayê mirin hebûya, kalbûn tunebûya li min, li min, li min... ax û felek Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe… Rabe ji doh esrê pê de te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir Min zanîbû tiştekî dilê te de heye.. Minê serê xwe li ser çoka te danî.. Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim.. Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî... Welle ez ne kal im... bîleh ez ne kal im Ez koçerim, xirab mal im bê pergal im Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo dilo.. Ez dimirim lê lê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê Bira... Bira ez îro bala xwe didimê; Rabe, gelo dibêjin qirika kewa min a gozel.. Zirave, dirêje, mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê.. Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê lê lê...lê dîlber mala te mîratê… Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî.. Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min… Ez dimirim lêlê yadê… Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê

Bêjebêje © 2015-2024